Li Libnanê 2 hezar û 792an kesan jîyana xwe ji destdan

Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 2 hezar û 792 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 82 kes şehîd bûn û 180 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li Libnanê hejmarê şehîdan derketîye 2 hezar û 792 kesan, hejmarê birîndaran jî derketîye 12 hezar û 772yan.

Koça ku ji Beyrûd û alîyê bakurê welat re tê kirin hêj berdewam dike, hikumeta Libnanê jî daxuyand ku ji 500 hezaran zêdetir mirov koçê Sûrîyeyê kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno