Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 445an

Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 445 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 599an.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, îşxalkeran di êrîşa dawîn de 59 kesan şehîd kir, 182 kesan jî birîndar bûn.

Bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 445 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 599an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin