Li Licê mînîbû-us qeza kir: 1 mirî, 12 birîndar

Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê mînîbusek qulipî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 12 kesên dinê jî birîndar bûn.

Qeza, li alîyê gundê Celkê ya Licê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbusa bi plaqeya 06 EJH 704 ya ku ji Licê ber bi Dîyarbekirê ve diçû, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û qulipî.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û ekîbên xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cîhê bûyerê îfade kirin ku rêwîyek canê xwe ji dest daye û rêwîyên dinê jî birîndar in.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab