Li Licê otobûsa rêwiyan wergeriya şerempolê: 2 birîndar

Li navçeya Licê ya Diyarbakırê di encama ji kontrolê derketin û wergerîna otobûsa rêwiyan a ji bo şerempolê de 2 kes birîndar bûn. Birîndarên ku di otobûsê de mehsûr (teng) mabûn, bi destwerdana tîman hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, qeza li dora nîvro li navçeya Licê li mewqîyê Deşta Fisê hat holê. Otobûsa rêwiyan a ku plaka û navê ajokarê wê nehat hînbûn, ji kontrolê derket û wergeriya şerempolê.

Li ser agahdarkirina qezayê, tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaîye û cendirme sewqî cihê bûyerê bûn.

Tîmên AFADê bi 7 personel û 2 wesayîtên rizgarkirinê dest li qezayê werdan. 2 kesên ku di otobûsê de mehsûr mabûn, bi xebata tîman hatin rizgarkirin û radestî tîmên tenduristiyê bûn.

Birîndar, piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê birin nexweşxaneyên derdorê. Derbarê qazayê de lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Zorkirina zewacê ciwanan dikişîne nav talûkeyê
2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
HUDA PAR: Divê rêxistinên sivîl ên Îslamî bi neheqî neyên sûcdarkirin
Çolig de Qezayê Trafiki: Hîrê kesî birîndar biyî
Piştgiriya ji bo "Qanûna Çarçoveyê"