Li Lubnanê 1,4 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

Li Lubnanê ku êrîşên dijwar ên li dijî Lubnanê dewam dikin, Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lubnana ku di bin êrîşên dijwar ên rejîma îşxalker de ye 1,4 mîlyon kes koçber bûne.

Di daxuyaniya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî de weha hat gotin, "Li Lubnanê ji ber êrîşên kujer her ku diçe bêewlehiya erzaqê her ku diçe girantir dibe. Li vir 3 hezar û 100 kes mirin û 1,4 milyon kes jî koçber bûne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Lubnanê çavkaniyên alîkariyê têrê nakin û hewcedariya gelek kesan bi alîkariya lezgîn heye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve 203 jê zarok 644 jê jin bi tevahî 3 hezar û 287 kes hatine qetilkirin û 14 hezar û 222 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin