Li Madrîdê penaber bi polêsan re şer kirin

Li Madrîda paytexta Îspanya penaberan piştî mirina firoşkarekî qolanan a ku eslê xwe Senegalî ye re bi polêsan re şer kirin.

Hat ragihandin  li Madrîda paytexta Îspanya penaberan piştî mirina firoşkarekî qolanan a ku eslê xwe Senegalî ye re bi polêsan re şer kirin.

Di pevçûna ku li taxa Lavapîesê derket de 10 jê polês herî kêm 30 kes birîndar bûn.

Bi sedan pêşandar  li semta Lavapîes avahîya banqayekê şewitandin  û camên rawestgeheke otobusan şikandin. Her wisa bîdonên lastîkî yên çopê jî şewitandin.

Di daxuyanîya ku ji teref polsê Madrîdê ve hatiye belavkirin de pevçûnên ku roja pêncşemê derdora seat 21.00an destpêkirin 4 seat û nîvan berdewam kirine û 6 kes hatine binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe