Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Darendeya Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 1 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seat 17.30yan de li alîyê Sandikkaya-Uluverena ser rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat.

Li gorî aghîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 RY 9268 ku di bin îdareya R.A. de bû, li wesayîta bi plaqeya 51 BM 600 ya ku di bin îdareya A.O. de bû qelibî.

Di encama qezayê de Î.A, M.A, A.O, R.A, S.A. û N.A. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku ji birîndaran Mehmet Aydogdu (61), canê xwe ji dest da û rewşa Î.A. jî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê