Li Meletîyê 3 wesayît tevlî qezayê bûn: 6 birîndar

Li navçeya Battalgazî ya Meletîyê, 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de wesayît bûn wek xwelîyê û şeş kes birîndar bûn.

Qeza, di derdorê saet 19.10an de li Taxa Hanimçiftliga li navçeya Battalgazîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 44 PC 645 ya di bin îdareya S.M., wesayîta bi plaqeya 23 AAF 496 ya di bin îdareya V.D. de bû û qamyoneta bi plaqeya 34 ZB 2444 li hev qelibîn. Bi tesîra li hev qelibînê wesayîta bi plaqeya 23 AAF 496 ji rê derket û li darekî qelibî.

Di encama qezayê de şofêr V.D. û M.D. yê ku di heman wesayîtê de bû, şofêrê wesayîta bi plaqeya 44 PC 645 S.M. û şofêrê 34 ZB 2444 M.A. û H.A., Z.A. yên ku di heman qamyonetê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgazîyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab