Li Meletîyê di mezinahîya 5an de erdhej

Li navçeya Battalgazî ya Meletîyê di mezinahîya 5an de erdhejek çêbû. Agahîyên ewil nîşan didin ku ti qurbanî çênebûne û ekîban dest bi lêkolînên meydanî kirine.

AFADê ragihand ku li navçeya Battalgazî ya Meletiyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat qeydkirin.

Li gorî daneyên AFADê, erdhej di saet 06:20an de 15.59 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Erdheja ku bû sedema panîkê, li bajarên derdorê jî hate hîskirin.

Waliyê Meletîyê Seddar Yavuz, di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, ji welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine re sersaxî xwest.

Walî Yavuz diyar kir ku piştî erdhejê ekîban dest bi lêkolînên meydanî kirine û got, "Heta niha, ti encam an raporên xerab nehatine bidestxistin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye