Li Meletîyê du qeza pêk hatin: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya yeşîlyurt û Battalgazîya Meletîyê qezaya trafîkê pêk hat, di encama qezayan de zarokek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.

Qezaya ewil li nêzê Taxa Yakincaya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Bûlwara Yavuz Selîmê wesayîta bi plaqeya 01 UG 827 ya ku di bin îdareya Y.G. de bû li wesayîta bi plaqeya 58 AAG 315 ku di bin îdareya E.S. de bû qelibî.

Di encama qezayê e Neşe S. (1) canê xwe ji dest da, E.S. û M.S. jî birîndar bûn.

Qezaya duyemîn jî li ser rêya Purutgeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AEJ 051 ku di bin îdareya M.B. de bû û wesayîta bi plaqeya 58 ABH 594 ku di bin îdareya B.K. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de mirovên bi navê Z.K. (41), B.K. (7), E.K. (54) û S.K. (58) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhên bûyeran re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno