Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 2 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de wesayîtek ser dev qelibî û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Turgut Ozala navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AFR 539 ya ku di bin îdareya M.Y. de bû û wesayîta bi plaqeya 44 AHC 988 ya ku di bin îdareya C.O. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de wesayîta bi plaqeya 44 AFR 539 ser dev qelibî. Şofêrê wesayîtê M.Y. û rêwîya ku bi wî re bû C.Y. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin şîyandin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir