Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn: 2 mirî, 2 birîndar

Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Taxa Çolakliya ser rêya Xarpêt-Meletîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 23 LE 558 ya ku di bin îdareya A.B. de bû û wesayîta bi plaqeya 34 CIC 250 ya ku di bin îdareya B.Ç. de bû serî li serî li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku di qezayê de B.Ç. û E.Ç. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Cenazeya mirovên ku canê xwe ji dest dane jî ji bona ku otopsî bên kirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat desrpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno