Li Meletîyê êrîşa çekdarî: 3 mirî, 2 birîndar

Li Meletîyê di navbera malbatan de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, doh di seat 12.10an de li ser Ceddeya Karagoza Tax Beydagiyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, polêsek bi navê M.B. di dikana bavê xwe de bi malbata xwe re şer kir û bi çeka xwe gule li ser Abdullah Çay (35), Şeref Çay (60), K.Ç. , R.Ç. û Gûlhan Baytok (61) rijand.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên 112yê hatin şandin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin Abdullah Çay, Şeref Çay û Gûlhan Baytok canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê polês M.B. bi tevî çeka xwe teslîm bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno