Li Meletîyê îskele hilweşîya: 2 karker canê xwe ji dest dan

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê îskeleyek dema ku dihat xerakirin hilweşîya, di encamê de 2 karker canê xwe ji dest dan.

Bûyer, di seat 09.30an de li Taxa Bostanbaşiya navçeya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, avahîyekî ku di Kolana Alevê ye û di erdhejê de zerarê dîtîbû, çend roj berê hatibû kirin nav tedîlatê.

Îskeleya ku li ber avahîyê hatibû danîn vê sibehê karê wî qedîya û dest bi xerakirini kirin. Di dema xerakirinê de hilweşîn pêk hat, 2 karker di bin de man.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encamê de herdu karker jî canê xwe ji dest dan.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir