Li Meletîyê ji êtîman re cil û bergên zivistanê hatin belavkirin

Nûnertiya Weqfa Êtîman li Meletîyê di çarçoveya cil û bergên êtîman de "Botek û Montek" diyarîyî êtîman kir.

Nûnertiya Weqfa Êtîman a Meletîyê di çarçoveya kampanyaya "Botek û Montek" de ji bo ku zarok ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê serma nebin, zarokên êtîm dan xwe kirin.,

Endam û dildarên Weqfa Êtîman zarokan ji malên wan birin dikana cilûbergan, cil û bergan li 55 zarokan kirin.

“Me cil û berg li 55 zarokan yên ku bavên wan di erdhejê de mirin jî di nav de, kir”

Nûnerê Weqfa Êtîman ê Meletiyê Harûn Şahîn der barê felîyeta alîkariyê ya ji bo malbatên êtîm de daxuyanî da û got, “Weke ku hûn jî dizanin zivistan hat em wek Weqfa Êtîman a Meletîyê di çarçoveya “Botek û Montek” de ji 55 birayên êtîm re çîz û qapûtan didin.

Di komeleya me de 60 malbatên sêwî qeydkirî ne û bi giştî nêzî 130 zarokên van malbatan hen. Îro me cil û bergên 55 zarokan li wan da kirin. Di vê projeya alîkariyê de 7-8 malbatên me yên ku hevjînên xwe di erdhejê de winda kirine hene. Me bi taybetî jî gazî wan kir û cil û berg li wan kir. Bi alîkariya xêrxwazan cil û berg li zarokên din jî emê bikin.”

“Ger kesên xêrxwaz piştgiriyê bidin me em dikarin alîkariyê li zarokên din jî bikin”

Şahîn gotinên xwe wisa domand, “Ger kesên xêrxwaz piştgiriyê bidin me em dikarin alîkariyê li zarokên din jî bikin. Em şahiya sêwiyan par dikin û duayên wan distînin. Bila bi me re têkilî daynin, em ê bibin pirek di navbera malbatên sêwî û xêrxwazan de û piştrast bikin ku alîkarî bigihîje cihê xwe. Divê ew di vê mijarê de musterîh bin, em diçin û lêkolînê dikin, malbatan tespît dikin û alîkariyê didin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar