Li Meletiyê kesekî ku 3 rojin agahî jê nedihat girtin di bin xirbeyan de mirî hat dîtin

Li navçeya Hekîmxanê di bin xirbeyan de cenazeyê kesê bê can ê ku ev 3 roj bûn agahî jê nadihat girtin hat dîtin.

Î.A.yê ku li Taxa Dêrekoyê (gundê) navçeya Hekîmxanê dijî û bi xwişka xwe ya ji sedî 80 astengdar re dijî ev 3 roj bû agahî jê nadihat girtin.

Dema ku xeber jê nehat, zavayê wî çû gundê wan Î.A. yê di bin xirbeyan de di nav daristanên mala xwe de dît û rewş ji 112 re ragihand.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di kontrola ku ji teref ekîban ve hat kirin de hat diyarkirin ku Î.A. miriye.

Cenaze ji bo otopsiyê hat birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê