Bûyer, derdora saet 14:40an de li tesîseke li Kolana 11emîn a Herêma Pîşesaziya Organîzekirî ya 2yemîn a Meletiyê qewimî.
Piştî teqînê, ekîbên îtfaîyeyê, ekîbên tenduristiyê û ewlehiyê ber bi herêmê ve hatin şandin û mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat ragihandin ku li dijî metirsiya rijandina kîmyewî li kargehê tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Sedema teqînê hêna jî nayê zanîn, lê Walîtiya Meletîyê li ser medyaya civakî daxuyaniyek weşand. Walîtiya Meletîyê ragihand, "Li kargehekê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2yemîn dixebite teqînek kîmyewî çêbû, di encamê de sê birayên me birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wan dest pê kiriye."
Di vê navberê de, Walîyê Seddar Yavuz cihê bûyerê lêkolîn kir û ji rayedaran agahî wergirt. Piştre ew li nexweşxaneyê serdana birîndarên teqînê kir û derbarê tenduristiya wan de agahî wergirt.
Yavuz diyar kir, "Li gorî muayeneyên destpêkê, ji bo birîndarên me talûkeya jîyanê tune ye." (ÎLKHA)