Li Meletîyê otobûsa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn: 3 mirî, 29 birîndar

Li Meletîyê otobûsa rêwîyan û qamyona kargoyê li hev qleibîn, li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 3 kes mirin 29 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser rêya Gundê Dewelîya Qeyserî-Meletîyê pêk hat.

Hat destnîşankirin otobûsa ku ji Stenbolê diçû Meletîyê bi qamyona PTTê re li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 3 kes li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan 29 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno