Li Meletîyê qeza: 1 mirî 2 birîndar

Li navçeya Yelîşyurta Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn. Ji birîndaran yek li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Qeza, li Taxa Cevatpaşaya navçeya Yeşîlyurtê di seat 00.30yan de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AEL 895 ya ku di bin îdareya B.Ç. de bû û wesayîta bi plaqeya 34 HFJ 749 ya ku di bin îdareya M.A.G. de bû, li çarrêya lojmana hewayê li hev qelibîn. Bi tesîra qezayê wesayîta bi plaqeya 44 AEL 895 derket ser qaldirimê û li dîrekê qelibî. Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê B.Ç. û rêwî B.D., K.D. (24) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ên ku di nav wesayîtê de asê mabûn, ji teref ekîban ve ji cîhê ku asê mabûn hatin derxistin û ji ekîbên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.

Hat îfadekirin ku mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji Nexweşxaneyan re hatin rakirin.

K.D. (24)yê ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin