Li Meletîyê qeza: Ji heman malbatê 3 mirî

Li ser rêya Xarpêt-Meletîyê, wesayîtek li tirekî qelibî, di encama qezayê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li ser rêya D-300 a Taxa Haciyusuflarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 EM 449 ya ku di bin îdareya M.M. (46) de bû û li alîyê Meletîyê diçû, ji paşve li tira bi plaqeya 23 FT 426 ya ku di bin îdareya O.F.R. (28) de bû qelibî.

Di encama qezayêd e şofêrê wesayîtê M.M., bavê wî E.M. (69) û dîya wî S.M. (66) giran birîndar bûn.

Li ser xeberdyaînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve ji nav wesayîtê hatin derxistin û bi ambûlansan ji Navenda Tip a Turgut re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku birîndar M.M., E.M. û S.E. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên wefatîyan ji bona ku otopsî bên kirin ji morga Sazîya Tip a Edkî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin