Li Meletîyê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn

Li Meletîyê di qezayeke trafîkê ku wesayîtek, otobusek û qamyonek tê de bûn de, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser Bûlwara Buhara ya navçeya Battalgazîyê derdora saet 20:30an de qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plakaya 34 E 0353 ku ji hêla S.Ç. ve dihat ajotin, otobusa bi plakaya 44 BF 510 û qamyona bi plakaya 23 AAZ 953 ku ji hêla O.T. ve dihat ajotin li hev ketin.

Piştî xewberdayînê, ji herêma qezayê re gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û polêsan hatin sewqkirin.

Di qezayê de C.O. (27) û A.Ç. (30) ku rêwiyên di otomobîlê de bûn li cihê bûyerê mirin, ajokarê otomobîlê S.Ç., M.Ç. ku rêwiyên di heman otomobîlê de bûn û ajokarê otobusê N.B. birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên cur bi cur ên bajêr re hatin rakirin, lê cenazeyên O.T. û S.Ç. yên ku canê xwe ji dest dan, piştî lêkolîna cihê bûyerê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Meletîyê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir
Goristanên li Dîyarbekirê beriya cejnê gelek mêvan dibînin
Kontrola porsiyonê
Sêwreg de keyeyanê sêwiyan rê peştgiriya roşani