Li Meletîyê qezaya zîncîrî: 1 jê giran 7 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê 4 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.

Qeza, doh êvarê di seat derdorê 20.30an de li Taxa Gedîka navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya biyanî ya FD ZM 1525 a ku di bin îdareya A.M. de bû, û wesayîtên bi plaqeya 44 DK 202, 44 ABN 34 û 34 ZR 4236 yên ku di bin îdareya D.K., O.C.U. û E.D. de bûn li hev qelibîn.

Di qezayê de A.M, D.K, O.C.U. E.D. û H.T, F.M, A.E. yên ku di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku şofêrê wesayîta bi plaqeya 34 ZR 4236 E.D. rewşa wî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno