Li Meletîyê qezaya zincîrî: 2 birîndar

Li navçeya Yeşilyurtê ya navendî, di qezayeke zincîrî ya ku çar wesayît û mînîbuseke servîsê tê de bûn de, du kes birîndar bûn.

Qeza, li ser Vîyaduka Beylerderesi ya li Navçeya Yeşîlyurtê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plakaya 06 FP 7500 a di bin kontrola M.U. de, wesayîta bi plakaya 44 ADK 424 a di bin kontrola Ö.Ö. de, wesayîta bi plakaya 44 BM 898 a di bin kontrola D.G. de, wesayîta bi plakaya 06 R 7850 a di bin kontrola H.Ç. de û mînîbusa bi plakaya 44 S 0198 a di bin kontrola H.G.B. de bû li hev ketin.

Di qezayê de şofêrê wesayîta bi plakaya 06 FP 7500, M.U. û rêwîyê di heman wesayîtê de, N.U. birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê, ji herêma qezayê re ekîbên tenduristiyê û polêsan hatin seqwkirin.

Piştî ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hat kirin, mirovên birîndar bi ambulansê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket