Li Meletîyê qezaya zincîrî: 5 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurda Meletîyê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seat 19.30yan de li Taxa Cevatpaşaya navçeya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn wesayîta bi plaqeya 44 AGR 198 ya ku di bin îdareya B.K. de bû, bi wesayîta bi plaqeya 14 FJ 995 ya di bin îdareya S.B. de û wesayîta bi plaqeya 44 AEU 705 ya ku di bin îdareya F.A. de bû qelibî.

Di encama qezayê de B.K. yê şofêrê wesayîta bi plaqeya 44 AGR 198 û rêwîyên A.O, M.M.D, M.G. û S.T. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin