Li Meletîyê şerê bi kêr: 1 giran birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê di navbera du kesan de nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de bi derxisitna kêran ji şerê bi kêr re vegerîya, di encamê de kesekî bi giranî birîndar bû.

Bûyer, li Taxa Ozalper a ku girêdayê navçeya Yeşîlyurtê ye qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera Y.K. û C.B. de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket. Li ser mezinbûna nîqaşê C.B., bi kêrê Y.K.yê birîndar kir.

Li ser bûyerê ji herêmê re ekîbên tenduristîyê hatin şandin û Y.K.yê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Ekîban piştî bûyerê ji bo şikdarê ku revîyaye were qefaltin xebat da destpêkirin û di encama xebatê de C.B. hat qefaltin û hat binçavkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Batman’da iki minibüs çarpıştı: 9 yaralı
Batman de caê karî de pîya teqiyayîş ra dima adir vejîya
2 zarok birîndar bûn
Bûrsa bi bernameya "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e" xemilî
Li Cizîrê şer: 1 jê giran 2 birîndar