Li Meletîyê wesayît li trambûsê qelibî: Zarokek canê xwe ji dest da, 2 birîndar

Li Meletîyê wesayîtek ji paş ve li trambûsê qelibî, di encama qezayê de zarokeke 3 salî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seat 17.00an de li ber Yûrda Xwendekarên Qîz ya Bettalgazîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 DIJ 67 ya ku di bin îdareya B.R. (24) de bû, ji paş ve li trambûsa bi plaqeya 44 BU 365 ku di bin îdareya M.A. (37) de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê B.E., A.Y.D. û Furkan Eser (3) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Navenda Tip a Turgut Ozalê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin Furkan Eser ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê