Li Meletîyê wesayît û qamyon li hev qelibîn: Mirîyek

Li navçeya Erxewana Meletîyê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê wesayîtê canê xwe ji dest da.

Qeza, li alîyê Taxa Karababaya ser rêya Meletî-Arapgîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AEB 408 ku di bin îdareya Turan K. (68) de bû, li qamyoneta bi plaqeya 44 LK 156 ya ku di bin îdareya M.K. (50) de bû qelibî.

Di encama qezayê de Turan K. giran birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin şofêrê ku giran birîndar bû di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno