Li Meletîyê wesayîta ku ji bin kontrolê derket teqle avêt: 2 jê zarok 4 birîndar

Li navçeya Derendeya Meletîyê wesayîta ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt. Di encama qezayê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Taxa Ulupinara navçeya Darendeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestistin, wesayîta bi plaqeya 21 AFM 887 ya ku di bin îdareya E.Y. de bû, şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li pirê qelibî û teqle avêt.

Şofêrê wesayîtê E.Y., pîreka wî G.Y. û 2 qîzên wan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin