Li Meletîyê wesayîtek û qamyonek li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Yeşilyurtê ya navendî, di qezaya trafîkê ku wesayîtek û qamyonek li hev qelibîn de, çar kes birîndar bûn.

Qeza, derdora saet 14.10an de li Taxa Hoca Ahmet Yesevi ya Navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plakaya 44 EC 005 ku di bin îdareya N.A. de bû, li qamyona bi plakaya 44 BD 299 ya ku di bin îdareya M.D. de bû li hev qelibîn.

Di qezayê de ajokarê qamyonê M.D. û rêwîyên di heman wesayîtê de, B.O, U.K. û D.K., birîndar bûn.

Piştî ku li cihê bûyerê alîkarîya ewil hat kirin, mirovên birîndar bi ambulansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin