Li Mêrdînê civîn û meş ji bo 10 rojan hatin qedexekirin

Walîtîya Mêrdînê, li giştîyê bajêr di cîhên vekirî û girtî de hemû çalakîyên ku bêne kirin ji bo 10 rojan qedexe kir.

Walîtîya Mêrdînê, destnîşan kir ku ji bo tertîpkirina duzena raya giştî, li sînorên bajêr ji 4ê Mijdara 2024an heta 14ê Mijdara 2024an hemû civîn û meş hatine qedexekirin.

Di daxuyanîya Walîtîyê de hat îfadekirin ku ev qerar li gorî Meddeyên 17 û 19emîn a Qanûna Meş û Civînê ya jimara 2911an û li gorî Meddeya 11emîn a Qanûna Îdareya Bajêr ê jimara 5442yan hatîye girtin.

Hat destnîşankirin ku qedexe di 4ê Mijdara 2024an roja Duşemê seat 07.00an de dest pê dike û heta 14ê Mijdara 2024an roja Êvara Înê (Pêncşem) seat 07.00an berdewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê