Li Mêrdînê di orta kolanê de bi çekan pevçûn derket: 2 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê di nav orteya kolanê de di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kes birîndar bûn, pevçûn jî bi kamerayên telefonê ve hatin kişandin.

Bûyer, di seat 08.00ê serê sibehê de li Taxa Turgut Ozala navçeya Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatina bidestxistin di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare ve nîqaş derket. Ji ber mezinbûna nîqaşê aligîran, bi tevî çek û pompalîyên ku bi xwe re anîtibûn bi hev re pev çûn.

Di encama pevçûnê de H.Ç. (42) û N.E. (37) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku N.E. piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê re, H.Ç. jî ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Tedawîya mirovên birîndar li nexweşxaneyê berdewam dike, ji bo şikdarên ku revîyane jî xebatên lêgerînê berdewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê