Li Mêrdînê dijî sûcên organîze operasyon: 11 binçavkirin

Li Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina sûcê organîze ku qaçaxçîtiya çekan dikirin de ji 19 gumanbaran 11 kes hatin girtin.

Wezîrê Karên Hundir Elî Yerlîkaya daxuyand ku li Mêrdînê li dijî rêxistina sûcê organîze ku qaçaxçîtiya çekan dike operasyona "Hucre-13" hat kirin.

Di operasyonê de 30 tivingên bê ruxset, 21 tivingên kalaşnîkov AK-47, 3 tivingên piyadeyê G3, 2 tivingên Piyadeyê M16, 19 tivingên nêçîrê, 1 tivinga sekvanî ya Dragunov, 1 çeka PKM hatin bidestxistin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku di operasyona qaçaxçtiya çek û cebilxaneyên ku K.K. da meşandin de 19 şikbar hatin girtin, ji wan 11 kes hatin girtin û ji bo 3 kesan qerara kontrola edlî hat dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno