Li Mêrdînê du xuşkên ku 10 roj e xuya nedibûn di mala xwe de mirî hatin dîtin

Li navçeya Artukluya Mêrdînê, ev bû 10 roj e ji du xuşkan xeber nedihat girtin, hat îfadekirin ku ew di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Bûyer, li Taxa Tekerê pêk hat.

Li gorî agahîyan, du xuşkên ku navên wan L. I. Û M. I. ne ev bû 10 roj e xeber ji wan nedihat girtin.

Piştî 10 rojan cîwanan gotin ku ji mala wan bîna pîs tê û ji ekîban re xeberê şandin.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Polêsên ku hatin taxê derîyê mala xuşkan şikandin û ketin hindir.

Hat îfadekirin ku herdu xuşk jî li erdê mirîbûne.

Ekîbên polêsan jî li mal û derdorê malê li pey delîlan ketin.

Hat hînbûn ku ji bo sedema mirina xuşkan were diyarkirin ew ê otopsî were kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin