Li Mêrdînê êrîşa bi çekê: Jinek bi giranî birîndar bû

Li navçeya Artukluya Mêrdînê jineka bi navê C.K. (30), di encama êrîşa bi çekê ku lê hat kirin de bi giranî birîndar bû.

Bûyer, li Taxa Yenişehirê ya li navenda navçeya Artukluyê hat holê.

Jina bi navê C.K., di wê demê de ku li Kolana Ravzayê bû, rasterast rastî êrîşa bi çekê ya kesekî ku nasnameya wî nediyar e hat.

Jina ku bi demançeyê ji serê xwe ve hat guştekirin, bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê, ekipên tenduristiyê û polêsan rewaneyî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî mudaxaleya yekem a ekibên tenduristiyê, C.K. bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat hînbûn ku xetereya jiyanî ya jina ku hildan tedawiyê heye.

Polês, ji bo girtina gumandarê ku reviyaye ekip xistin tevgerê.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye