Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesek canê xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Taxa Girherîna navçeyê di dema nimêja Înê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du koman de ji ber nerazîbûnê nîqaş derket û dûre ew nîqaş ji şerê çekdarî re vegerîya.

Di encama şerê çekdarî de F.Ç. canê xwe ji dest da, U.Ç, S.Ç, A.Ç, M.Ç, A.R.Ç, H.Ç, N.Ç, M.Ç, A.Ç jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku di encama xebatan de 12 şikdar jî hatin binçavkirin û tehqîqata derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin