Li Mêrdînê facîaya sobeyê: Dayîka 4 zarokan canê xwe ji dest da

Li gundê Tefêya navçeya Stewrêya Mêrdînê di encama şewata ku ji ber benzîna ku hatibû kirin nav sobeyê pêk hat de, dayîka 4 zarokan canê xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer doh di seatên serê sibehê de li gundê Tefêya navçeya Stewrêya Mêrdînê pêk hat.

Ayşe O. (27) ya ku du zarokên wê çûbûn dibistanê û mêrê wê jî çûbû nav rezan, li gorî îddîayan ji bona ku xwe germ bike êzinga kirîye nav sobeyê û ji bona ku sobe baş pêkeve benzînê kirîye nav sobeyê û di encamê de şewat pêk hatîye.

Di encama şewatê de di demeke kurt de nav malê di nav dûmanê de maye û Ayşe Ozturk du zarokên xwe yên dinê derxistîye balqonê û ji bona ku şewatê bitefîne ketîye nav malê.

Ozturk di vê demê de di nav agir de maye û ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê canê xwe dest da.

Gundîyên ku bûyerê hisîyan, bi lez û bez Ayşe Ozturkê derxistin derve.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin ku Ayşe Ozturk canê xwe ji dest daye.

Cenazeya Ozturk ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî yê Mêrdînê re hat sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno