Li ser koordînasyona Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Mêrdînê, ji aliyê Fermandariyên Cendermeyan ên Navçeyan ve li navçeyên Qoser, Mehsertê û Dêrikê li dijî çalakiyên qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û kolanên bêdestûr operasyon hatin kirin.
Di operasyonên ku di çarçoveya xebatên parastina kelepûra çandî de hatin kirin de; 70 heb sîkke, 14 heb objeyên di fîgurên cûda de, 1 heb hungulîsk û 1 heb stûn hatin destserkirin.
Di operasyonan de her weha 3 heb dedektorên destan ku hat nirxandin di dema kolanê de hatine bikaranîn û 19 heb kelûpelên kolanê ku hat diyarkirin di kolanên bêdestûr de hatine bikaranîn hatin desteserkirin.
Di encama operasyonan de di derbarê 4 gumanbarên hatine girtin de karûbarê edlî hat destpêkirin.