Li Mêrdînê ji malbata ku di tarîtîyê de mabûn re Karwana Hêvîyê destê xwe yê alîkarîyê dirêj kir

Li navçeya Artukluya Mêrdînê malbata Koçyigit ku bi tevî sê zarokên xwe di nav tarîtî û tinebûnîyê de li hêvîya alîkarîyê bûn, Xwedê Karwana Hêvîyê ji wan re kir hêvî û Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji bo malbat dest bi tevgerê kir û ji wan re alîkarî kir.

Karwana Hêvîyê, bi tevî desteka xêrwazan hêvîbûnîya xwe didomîne. Şîrîn Koçyigita ku li navçeya Artukluya Mêrdînê dijî, piştî ku mêrê wê wan terk kir, bi tevî sê zarokên xwe di nav tinebînîyê de di ortê de man.

Malbata Koçyigit ku nêzê 10 roj e di nav tarîtîyê de dijî hat ferqkirin û ji wan re alîkarî hat kirin. Karwana Hêvîyê, bi tevî alîkarîya xêrxwazan ji malbatê re sarinc, makîneya cilşûştinê û yên dinê stand.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê Abdulazîz Onen, derheqê xebatê de axivî û ji bo malbatê bang li xêrxwazan kir.

Onen weha got, “Em li taxa Kortakê ne. Ajansa Nûçeya ÎLKEyê malbatekî kiribû xeber û li ser wê xeberê em hatin li vê derê. Bi rastî jî malbat gelek di nav zor û zehmetîyê de ye. Bavê malbatê wan terk kirîye. Dayîk bi tevî sê zarokên xwe li vê derê ye. Mala wan wêran e. Digel vêya di nav kirê de ne. Ji ber deynê ceryanê ev bû 10 roj e di nav tarîtîyê de dijîn. Heger rayedarekî vê malbatê dîtibe û tiştekî nekiribe ev bêhestyarîyekî mezin e. Ma ev hale ku gohên xwe nadên gelê xwe. Ji ber vê yekê divê lazimatîya vê malbatê bên temînkirin. Herî hindik divê ji wan re ceryan bê dayîn. Di vî warî de em bang li rayedaran dikin. Em wek Karwana Hêvîyê çi ji destê me were em ê bikin. di heman demê de em bang li xêrxwazan jî dikin ku bila alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar