Li Mêrdînê karkerê ku elektrîkê pê girt jiyana xwe ji dest da

M. D. (27) ê ku li kargeheke li Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya li navçeya Artukluya Mêrdînê ket ber herka elektrîkê, jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li kargeheke ku li Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Mêrdînê ya li ser navçeyê ye, pêk hat.

Li gorî îdiayê, M. D. di dema xebatê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ket ber herka elektrîkê.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn.

Ji karkerê ku hat tespîtkirin dilê wî sekinî ye, li cihê bûyerê masaja dil hate kirin.

M. D. yê ku dilê wî ji nû ve hat xebitandin, piştî destwerdana yekem (mudaxele) bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Tevlî hemû destwerdanên ku li vir hatin kirin jî M. D. nehate rizgarkirin.

Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî