Li Mêrdînê levdana çekdar: 18 birîndar

Li Artukluya Mêrdînê di navbera du malbatan de levdan derket, di levdana ku tê de çek hatin bikaranîn de 18 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Gundê Xatunîya Artukluya Mêrdînê  di navbera 2 malbatan de levdan derket, di levdana ku tê de çek, dar û kevir hatin bikaranîn de 7 jê pîrek, 2 jê Sûrîyeyî tev de 18 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer derdora seat 10.00an de li Gundê Xatunîya Artukluya Mêrdînê  di navbera 2 malbatan de pêk hat. Di levdana ku sedema wê hêj nayê zanîn de 5 kesên ku navên wan nehat hînbûn û  kesên bi navê “Abdulvahap Aydin (42), Ammar Aydin (22), Abdurrezzak Aydin (35), Erkan Aydin (36) Nuray Aydin (30) Zubeyde Aydin (35) Zarge Aydin (76), Sîbel Aydin (27), Ferîde Aydin (67), Hatîce Aydin (29) û Îbrahîm Alî (51), Îbrahîm Şerîf (19), Berna Alî (36)ya Sûrîyeyî” birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehîyê standin û bo kesên ku levdanê dane destpêkirin bên girtin  xebat hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e