Li Mêrdînê otobûs gêrê şerempolê bû: 12 birîndar

Li ser rêya Mêrdîn-Kerboranê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de bi tevî personelên tenduristîyê jî di nav wan de hene 12 kes birîndar bûn.

Bûyer, di navbera rêya Mêrdîn-Kerboranê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa aîdê Şaredarîya Mezin yê Mêrdînê, dema ku ji Mêrdînê diçû alîyê Kerboranê li herêma gundê Hîrbetava navçeya Mehsertê ji ber mij û rêya şimitoqî qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de personelên tenduristîyê jî di nav wan de 12 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar ev kes in; H.İ.C 27 salî, T.A. 29 salî, S.Y. 35 salî, A.E. 33 salî, H.E. 35 salî, İ.D. 4 salî, A.D. 15 salî, A.D. 43 salî, R.D. 3 salî, M.Ö. 11 salî, H.D. 20 salî û E.D 19 salî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin