Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qezaya trafîkê: 1 mirî

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Rêya Hevrîşima navneteweyî qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Qeza, li ser rêya Rêya Hevrîşima navneteweyî pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta di bin îdareya A.T. ku ji Cizîrê diçû Nisêbînê, ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li betonê qelibî.

Di encama qezayê de wesayît bû wek xwelîyê û A.T. yê 46 salî giran birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin A.T. yê giran birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê re hat sewqkirin.

A.T. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin cenaze ji bona ku bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hat birin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno