Li navçeya Mehserta Mêrdînê qezaya trafîkê: 4 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Mehserta Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li çarrêya gundê Xirbê Şêx Mehmûdê navçeya Mehsertê pêk hat.

Li gorî agahîyan wesayîtên bi plaqeyên 50 NC 075, 47 ADS 185 û wesayîtek dinê ku navê şofêr û plaqeya wî nehat hînbûn li hev qelibîn.

Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 1 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin şandin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran yek ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Bi tevî wefatkirina birîndar hejmarê qurbanîyên qezayê derket 4 kesan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno