Li Mêrdînê qezaya zîncîrî: 3 jê zarok 9 birîndar

Li naçveya Artukluya Mêrdînê 4 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya zîncîrî de 3 jê zarok 9 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Ofîsê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li alîyê Taxa Ofîsa ser rêya Artuklu-Qoserê, 4 wesayît li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenrudistî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de Ş.D. (3) S.A. (40), A.T. (43), H.D. (6), C.A. (38), E.D. (28), O.D. (9) , B.K. (21), û M.D. (31) birîndar bûn.

Piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin