Li Mêrdînê sê qezayên cuda: 2 jê giran 3 birîndar

Li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Dêrikê sê qezayên cuda pêk hatin, di encama qezayan de 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Qezaya ewil, li Çemê Turkmena navçeya Artukluyê pêk hat.

Li gorî agahîyan wesayîta bi plaqeya 27 AAG 618 ji bin kontrolê derket û teqle avêt.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di qezayê de mirovek birîndar bû.

Mirovê birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hat rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa mirovê birîndar baş e.

Qezayekî dinê jî di seat 23.00an de li alîyê Petrola Barişê ya ku ser rêya Îpekyolîya Nisêbînê ye pêk hat.

Li gorî agahîyan motorbisiqleta bi plaqeya 34 FGR 711, ji paş ve li tirekî bi plaqeya biyanî qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 kes giran birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Li alîyê Kosevelî ya ser rêya Dêrik-Wêranşarê jî di nav tirekî barkirî de şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê di nav demeke kurt de şewatê vemirandin.

Di encama bûyerê de birîndar an jî mirî çênebûn û derheqê bûyerê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar