Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di navbera du koman de bi çek û kêran şer derket, di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer doh danê êvarê li Kolana SSKê ya navçeya Artukluyê ya navenda Taxa Yenîşehîrê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin nîqaşa di navbera her du koman de bi lez û bez derketîye şerê bi çek û kêran.

Di encama şer de S.K. (40), B.A. (20) û F.B. (18) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Ji birîndarên ku dihat dermankirin B.A. tevî hemû mudaxeleyan jî ji ber guleya li serê wî ket canê xwe ji dest da.

Teqîqata derheqê bûyerê de hatîye destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin