Li gundê Dokanê (Damlalı) yê ser bi navçeya Qosera Mêrdînê ve şewata pirêza ya ku derketibû û li gundên Uzeyir (Uluköy) û Ortakoy berdewam dikir, bi encama destwerdana tîman a ji hewayê û bejayê ya bi saetan hat kontrolkirin.
Li aliyê din, li herêma sînor a di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de, şewata rûerdî (örtü yangını) ya ku li ser Rêya Hevrişmê (İpekyolu) ya navneteweyî derketibû jî, bi encama destwerdanê hat kontrolkirin û vemirandin.
Di şewata ku hem ji bejayê û hem jî ji hewayê destwerdan lê hat kirin de, bi dehan weşarên (dönüm) zeviyên çandî, alavên çandiniyê (tarım ekipmanları), dar û gelek qadên niştecihbûnê zirar dîtin.
Hat diyarkirin ku li herêma şewatê xebatên sarkirinê berdewam dikin.