Li Mêrdînê tir û otobûs li hev qelibîn: 18 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê tir û otobûsa nav bajêr li hev qelibîn, di encama qezayê de 18 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li çarrêya Şenyurta navçeya Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin tira ku plaqeya wî nehat hînbûn, li otobûsa nav bajêr qelibî. Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 18 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tendurist û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno