Li Mêrdînê wesayît û mîksera betonê li hev qelibîn: 2 mirî

Li navçeya Artukluya Mêrdînê wesayîtek û mîksereke betonê li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li nêzê gundê Bozqetreya girêdayê navçeyê pêk hat.

Li gorî agahîyan wesayîta bi plaqeya 42 AJG 336 ya ku di bin îdareya A.H. de bû û mîksera betonê ya bi plaqeya 11 EF 862 li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de A.H. (23) û N.S. (44) canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku cenazeya A.H. ji bajarê wî Wanê re hat şandin û N.S. jî ew ê li gundê Kumluya Mêrdînê bê definkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir