Li Mereşê mînîbûs qelibî: 1 mirî, 22 birîndar

Li navçeya Koksena Mereşê mînîbûsa ku koçberên neqanûnî di nav de bûn qelibî, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 22 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Taxa Mahmutbeya ser rêya Qeyserî-Koksenê pêk hat. Li gorî agahîyan, mînîbûsa ku koçberên dihatin dersînorkirin di nav de bûn, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulipî.

Di qezayê de Abdullah Mahîr Suleymanê Efxenî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da, 22 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan li nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin